Makale detayı · 2019 · article
, Berhemeke Bênav a Mela Mistefa: Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî Exercices Dela Langue Kurde
Veri kaynağı ayrımı
- YÖKSİSYÖKSİS makale kaydı
- YÖKSİS dergi adıNubihar Akademi
- OpenAlexOpenAlex zenginleştirmesi (özet, atıf, konular)
Özet
“Berhemeke benav a Mela Mistefa: “Rahenanen Zimane Kurdi” yan ji “Exercices Dela Langue Kurde ”. Ev xebat, danasina destxeteke dike. Berhem derheqe hindekariya kurmanci da ye u di koleksiyona Aleksandre Jaba da cih digire. Niviskar navek li berhema xwe nedaye, herwiha nave xwe ji li ser berheme ne nivisiye. Le Jaba, li ser berga berheme bi frensi “ Exercices Dela Langue Kurde ” nivisiye ku ev nav bi wateya “Rahenanen Zimane Kurdi” ye u naveroka berheme zelal dike. Loma me ji ji bo danasina berheme ev nav guncav dit. Derheqe berheme da agahiyeke din ji ev e ku Jaba bixwe nave niviskar li ser berge wek Mella Moustapha nivisiye. Ev destxet, ji bo hinkirina zaravayeke kurdi, kurmanci ye. Sala 1860i li Erzurume hatiye amadekirin. Ji teqdima nezi 800 hevoken kurt pek te. Le bele berhem ne tene ji hevoken ku Mela Mistefa amade kirine, pek te. Jaba pesi van hevokan yekuyek latinize kiriye pase ji frensiya hevokan nivisiye. Berhem li Pirtukxaneya Akademiya Zanistan a Rusyaye ( The Library of the Russian Academy of Sciences) di nav koleksiyona Aleksandre Jaba da ye. Nusxeyeke din a berheme tuneye. Berhem li ser deftereke hatiye nivisin u ji aliye fiziki ve bas dixuye. Berhem ji 51 wereqan (101 rupel) pek hatiye. Her rupel ji 3 situn u 8 rezan pek te. Di destxete da tene hevoken hesan, basit u kurt hatine peskeskirin. Bi gisti hevoken navderi u yen lekeri ne. Exleb hem ereni hem ji nereniya hevokan li pey hev hatine rezkirin. Ango hevoken hevedudani, kompleks u yen pegirti tunene. Digel ku berhem rasterast li ser rezimane ne sekiniye ji, mirov dikare berheme ji aliye navder, leker, hemwate, dijwate, zayend, cinav, rengder, ravek, dem, dacek, gihanek, xalbendi, alfabe, dengnasi, peyvsazi, hevoksazi u hwd. binirxine.
Konular
Atıflar
OpenAlex cited_by_count. WoS veya Scopus atıf sayısı değildir; o kaynaklar için ayrı kolon yoktur.
0atıfOpenAlex · cited_by_count (önbellek / veritabanı)